दखमा

( Barûya bêdengiyê )

Barûya bêdengiyê, daxme, cebana ewrî ji cebanên, goristanên Zerdeştîtiyê re dibêjin. Goristan navê giştî ye. Bi hatina ola îslamê re, kurdan jî wekî ereban miriyên xwe defin kirine.

Di ola berê ya kurd û gelên din ên îraniyên Zerdeştiyê de, mirî li ser bircan, cihên bilind dihatin danîn ku balinde û firindeyên din jê sûdê werbigirin, pê xwe xwedî bikin. Li her gund, bajarekê cebanek, goristanek ango daxmeyek hebû. Ev goristan ji barûyeke mezin pêk dihat. Kê bimira dertînin serê bircê, li wir dihîştin daku balinde, çivîk pê xwe xwedî bikin, jê sûdê werbigirin.

Heger goristan li serê çiyayekî bilind ba, ji bo mirî ji derve nexûyên, zarok an xelk jê aciz nebin, dora wê bi dîwarên bilind dihat dorpêçkirin. Diviyabû rêzgirtina miriyan binpê neba, mirî nehata pîs û bêqîmetkirin. Heger mirî yên dijmin ba jî diviyabû heman rêzgirtin bihata nîşandan. Diviyabû mirî ji aliyê ajalên xijinde, mar ûêd ve nehata pîskirin, xwarin. Bi gotineke din, mirî para teyr û...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Barûya bêdengiyê, daxme, cebana ewrî ji cebanên, goristanên Zerdeştîtiyê re dibêjin. Goristan navê giştî ye. Bi hatina ola îslamê re, kurdan jî wekî ereban miriyên xwe defin kirine.

Di ola berê ya kurd û gelên din ên îraniyên Zerdeştiyê de, mirî li ser bircan, cihên bilind dihatin danîn ku balinde û firindeyên din jê sûdê werbigirin, pê xwe xwedî bikin. Li her gund, bajarekê cebanek, goristanek ango daxmeyek hebû. Ev goristan ji barûyeke mezin pêk dihat. Kê bimira dertînin serê bircê, li wir dihîştin daku balinde, çivîk pê xwe xwedî bikin, jê sûdê werbigirin.

Heger goristan li serê çiyayekî bilind ba, ji bo mirî ji derve nexûyên, zarok an xelk jê aciz nebin, dora wê bi dîwarên bilind dihat dorpêçkirin. Diviyabû rêzgirtina miriyan binpê neba, mirî nehata pîs û bêqîmetkirin. Heger mirî yên dijmin ba jî diviyabû heman rêzgirtin bihata nîşandan. Diviyabû mirî ji aliyê ajalên xijinde, mar ûêd ve nehata pîskirin, xwarin. Bi gotineke din, mirî para teyr û balindeyan bû.

Daxme pirranî ji bircên bilind ên li serê çiyan bû. Dîwarên wê nedihîşt ba, laser hestî û bermahiyên meytan derxîne hole. Daxme pirranî gilover bûn. Ji derve nedihatin xemlandin, bircên sade bûn. Di navenda van bircan de çal hebûn, hestî tê de diciviyan. Hin goristan li ser qulên binerdî dihatin avakirin. Hurmeteke mezin ji goristanan re dihatin nîşandan.

Gelek kêm be jî daxme niha li Hindistan û Îranê tên dîtin.

Photographies by:
Statistics: Position
9423
Statistics: Rank
1021

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

CAPTCHA
Security
483765219Click/tap this sequence: 3181
Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Google street view

Where can you sleep near Barûya bêdengiyê ?

Booking.com
493.491 visits in total, 9.222 Points of interest, 405 Destinations, 59 visits today.