Pira Mehmed Paşa Sokolović (Serbî: Most Mehmed-paša Sokolović, romanî:Most Mehmed-paša Sokolovića) pireke dîrokî ye li Višegrad, li ser çemê Drina li rojhilatê Bosna û Herzegovina. Di sala 1577an de ji aliyê mîmarê dîwana Osmanî Mîmar Sînan ve li ser fermana Wezîrê Mezin Mehmed Paşa Sokoloviç hatiye temamkirin. UNESCO'yê di sala 2007'an de pirê xistibû lîsteya Mîrateya Cîhanê.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه