Kompleksa Bîrdariya Qirkirina Ermeniyan Tsitsernakaberd) bîrdariya fermî ya Ermenistanê ye ku ji bo qurbaniyên qirkirina Ermeniyan hatiye veqetandin, di sala 1967 de li ser girê Tsitsernakaberd (bi ermenî: Tsitsernakaberd< /span>) li Yêrêvanê. Her sal di 24’ê Nîsanê Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan de bi hezaran Ermenî ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê li bîrdariyê dicivin. Gelê ku li Tsiternakaberdê kom dibe ji bo rêzgirtina ji bo hemû mirovên di komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane kulîlkên teze danîn. Bi salan e ji çar aliyê cîhanê gelek siyasetmedar, hunermend, muzîkjen, werzişvan û kesayetên olî serdana bîrdariyê kirine.
Muze-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan (Hayots tseghaspanut'yan tangaran-institute) di sala 1995an de hat vekirin.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه