Amêdî

Amêdî (ji tîpên erebî guhêzkirî: Amedi) li devera Behdînan qeza û bajarekî biçûk e. Di serdema Mîrektiya Badînan de paytextî kiriye.

Amêdî bajêrkekê Kurdistana Başûr e û dikevîte di nav sinorê Behdînan da. Daniştiyên vî bajêrkî nêzîkî 6.000 kesan e. Di serdemê mîrnişîna Behdînan da Amêdî paytextê vê mîrnişînê bû. Li vê deverê peymangeheka teknîkî bi navê Peymangeha Teknîkî ya Amêdiyê heye.

Rûberê qeza yê 93 km², hijmara gundên rex û durên wê 15 gund bon hem hatîne wêrankirin, lê piştî damezirandina hikûmeta herêmê pêtiriya gundan hatine avakirin.

Bajêrkê Amêdiyê dikevîte bakurê rojihelatê senterê Parêzgeha Dihokê bi dûriya 70 km. Bajêr yê ava kiriye li ser keliheka siroşt ku rûberê wê digehît 17,5 km² û bilindahiya wê ji dewrû bera 1000 pê ne vî bajêrk dîrokeka kevnar û pir rûdan heye ku dizivirît bo Împeratoriya Aşur, zanayên şînwaran dibêjin Amêdiyê bajêrê Amat e yê ku di belgenamên aşuriya da li serdemê Şems Addê pêncê (823-810) ber bunê û nivîsînên Adedinîrar siyê (804-782) berî bunê û behsê Amat di nivîsînên çerxê Babiliyê nû da hatiye û paş rewşa wê hatiye guhirîn û keftiye jêr desthelata dewleta Îslamî Yaqût el-Hemewî derbare Amêdiyê dibêjît ewê avakirî dibêjnê Imadedînê Zengî sala 537'ê koçî (1142'ê zayînî) mişextî, belê Hemdalle Alimstufa el-Qezwînî[çavkanî hewce ye] bo wê çendê diçît ku ewê Amat nûkirî dibêjnê Madaldule al-Dilîmî[çavkanî hewce ye] ewê li sala 0338'ê[çavkanî hewce ye] mişextî mirî û wî Amêdiyê binavê xwe nav kiriye.

Dîroknas Ibn el-Esîr[çavkanî hewce ye] çendîn caran navê Amêdiyê înaye ev bajêre toşî ne aramiyê bûye heta ku mîrên mîrgeha Sêvdîna kurdî kiriye paytextê desthelatê xwe li nêzîk sala 740'ê koçî (1339'ê zayînî) mişextî û libin desthelata wan ev cihe pêşkefit û berdewam ma paytextê mîrgeha Behdîna heta sala 1842'an a zayinê demê ji layê Mihmed Ance Beyireqdar[çavkanî hewce ye] ve hatiye dagîrkirin paşî sultanê osmanî Mihmudê dûyê sîstemê nawendî yê raste û xwe li wîlayetên Osmanî li ser sepand û bi êk car dest bi ser mîrgehên kurdî da girt û bi wîlayeta Colemêrgê paşî wîlayeta Mûsilê ve hate girîdan.

Li ser demê Brîtaniya sala 1918'ê zayinî desthelatdarekê brîtanî liser hate sepandin û digel pêkhatina dewleta Îraqê Amêdiyê bu qezayek ser bi lîwa Mûsil ve û êkemîn qayimqam li sala 1924'ê zayinî lê hate damezirandin. Amêdiyê bi ciwaniya xwe û çem û bîstanên û cihê xwe yên guzarî navdare nexasim Sîlavê û Sincê ku berdewam kesikatî û ava kaniya lê heye û siruştekê ciwan û sermesit heye, û geliyê Sîlavê bi çendîn corên fêqî navdar e weku: hijîr, gwîz, hulîk û sêv. Herçende biyavê erdê çandinê yê kêm e lê cihekê qelew û xudan berhem e, pêtiriya dar û barên Amêdiyê bi ava kaniya dihête avdan, ev bajêre bi sazkariyên millî navdare weku guskên axê û çendîn karên dî yên destî di hên çêkirin nexasme li gundê Dirignê hindek taybetmendî bi sazkariyên axê hene; dibêjin ev cihe qutabxaneka ser bixwe û avabu jibilî van karan jî xelkê vê deverê yan ku Amêdiyê karê çandin û xwedîkirina teriş û kewalî û karên bazirganiyê diken.

Bajêr bixwe bi bazarekê bazirganî dihîte niyasîn li deverê aşikiraye ku Amêdiyê hemî muzexaneke çendîn cih û avahiyên keltur û şînewar lê hene û heta nuke di beriz û aşikirane çîruka berebabên êk li dîv êk vediguhêzin û rêveberiya şînwara li Dihokê 34 cihên şînwara lê tomar kirîne:

Photographies by:
Statistics: Position
4629
Statistics: Rank
22462

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

CAPTCHA
Security
612857349Click/tap this sequence: 2333
Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Google street view

Where can you sleep near Amêdî ?

Booking.com
539.515 visits in total, 9.234 Points of interest, 405 Destinations, 2 visits today.