Casa Navàs avahiyek modernîst e li bajarê Reus, Katalonya, Spanya. Casa Navàs avahiyek e ku ji hêla mîmarê Katalan Lluís Domènech i Montaner ve hatî sêwirandin, li Plaça del Mercadal a bajêr cih digire.
Joaquim Navàs Padró yê Reus bi Lluís Domènech i Muntaner re wekî mîmarê xaniyê xwe yê nû peyman kir. Avahî ji sala 1901 heta 1908 hatiye çêkirin.
Avaniyê bircek li ser rûyê çepê hebû, lê di dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê de ji hêla hêzên neteweperest ve hat bombekirin û qet nehat ava kirin. Di hundurê avahiyê de cîhek pir fireh û ronahî heye. Karên mermer ji hêla Alfons Juyol i Bach, tabloyên Tomàs Bergadà, mobîlya Gaspar Homar û seramîk ji hêla Hipòlit Montseny ve hatine çêkirin; hemî di bin talîmatên Lluís Domènech i Montaner de.
Niha jî avahî wekî berê ye (ji xeynî bircê), û tê de mobîlya, seramîk, mozaîk, çira, hwd.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه