United States
Dewletên Yekbûyî yên AmerîkayêContext of Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kurtasî DYA (bi îngilîzî: United States of America) welatekî li Amerîkaya Bakur e. DYA ji 50 dewletan pêk tê. 48 dewlet di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Alaska li bakurê Kanadayê, Hawaî jî di Okyanûsa Pasîfîk de dimîne.
More about Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
- Native name United States
- Calling code +1
- Internet domain .us
- Mains voltage 120V/60Hz
- Democracy index 7.92
- Population 331449281
- Area 9826675
- Driving side right
Axa DYAyê ya îro berê di bin destê amerîkiyên resen de bû (ji wan re tê gotin çermesor lê ev ne rast e). Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihat in, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn.
Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye[çavkanî hewce ye]. Di sedsalên 16 û 17an de ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî Brîtanî (Îngilîz, Skot) û Fransayî (freng, fransiz) li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir.
13 koloniyên Brîtanyayê di 4 tîrmeha 1776an de li dijî Brîtanya serxwebûniya xwe îlan kirin. Di sala 1787an de jî DYAyê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnama Emerîkî.
Di sedsala 20an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê cîhanî yê duyem, ji aliyê leşkerî, aborî, siyaset û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekitiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşkerî a Cîhanê.