Belçîka
Context of Belçîka
Belçîka an jî Belcîka, Keyaniya Belçîkayê (wekî Beljîka, Beljîk û Beljîkistan jî tê naskirin, bi holendî (flemenî): Koninkrijk België, bi fransî: Royaume de Belgique, bi almanî: Königreich Belgien) welatek li rojavayê Ewropayê ye ku dikeve ser sinorên çar welatan: li rojhilatê welat Almanya, Lûksembûrg dikeve başur-rojhilat û Holenda jî dikeve bakurê vî welatî. Beşeke mezin ê Belçîkayê dikeve ser sinorê Fransayê. Herwisa beşeke biçûk a vî welatî dikeve ser Deryaya Bakur.
Desthilata vî welatî demokratî û federalî ye, lê şahîtî (melik) jî hêj heye. Belçîka ji deh parêzgehan pêk hatiye. Paytextê Belçîkayê Bruksel e ku dikeve navenda Belçîkayê. Bajarên dî yên giring ev in: Antwerpen, Gent, Charleroi, Luik û Brugge. Zimanên fermî yên Belçîkayê (holendî (60%), fransî (40%) û almanî (< 1%) ne.
More about Belçîka
- Currency Ewro
- Calling code +32
- Internet domain .be
- Mains voltage 230V/50Hz
- Democracy index 7.51
- Population 11584008
- Area 30528
- Driving side right