Context of London

London, paytext û bajarê herî mezin ê Îngilîstan û Keyaniya Yekbûyî ye ku nifûsa bajêr ji 9 milyonê zêdetir e. Bajarê Londonê li ser Çemê Thamesê li başûrê rojhilatê Îngilîstanê, 80 kîlomêtre berbi Deryaya Bakur ve radiweste û ji du hezar salan ve wargeheke sereke ye. Bajêr bingeh û navenda darayî ya kevnar e ku ji aliyê Romayiyan ve bi navê Londinium hatiye damezrandin. Ji sedsala 19an vir ve navê "London" di heman demê de behsa metropola li dora vê bingehê jî dike ku bi awayekî dîrokî di navbera wîlayetên Middlesex, Essex, Surrey, Kent û Hertfordshire de hatiye dabeş kirin û bi giranî ji Londona Mezin pêk tên. Ev beşên wîlayetan ji aliyê Desthilata Londonê ya Mezin ve têne birêvebirin. Bajarê Westminster, li rojavayê bajarê Londonê ye ku bi sedsalan e hikûmet û parlamentoya neteweyî li vî bajarê ye.

More about London

Population, Area & Driving side
  • Population 8799728
  • Area 1572
مێژوو
  • Pêşdîrok

    Di sala 1993an de, bermahiyên pira Çaxa Bronz li berava başûr li jora pira Vauxhall hatin dîtin.[1] Ev yan ji Thames derbas bû yan jî gihîşt giravek ku niha di avê de winda bûye. Du ji darên radyokarbonê yên 1750-1285 b.z.ê bûn.[1]

    Di sala 2010an de, bingehên avahiyek darî ya mezin ku di navbera 4800 û 4500 salên b.z.ê de ye, li qeraxa başûrê Thamesê li jêrzemîna Pira Vauxhall hate dîtin.[2][3] Fonksiyona vî avahiya mezolîtîk ne diyar e. Her du avahî li perava başûrê Thamesê ne ku niha Çemê Effrayê di bin erdê de diherike Thames.[3]

    Londona Roma

    Tevî delîlên niştecihiyên Brîtonîk ên belavbûyî yên li herêmê, rûniştina yekem a mezin ji aliyê Romayiyan ve bi qasî çar salan piştî dagirkirina 43 salên p.z.ê de hatiye damezrandin.[4] Ev yek heta dema ku eşîra Iceni bi serokatiya Queen Boudica ew avêtin û ew bi erdê re şewitandin, heya 61 salên p.z.ê dewam kir.[5] Tecrûbeya plankirî ya paşîn a Londinium serkevtî bû û di sala 100an de li cihê bajarê Colchester, dibe paytexta parêzgeha Romayê ya Brîtanyayê. Di dema xwe yê her serkevtî yê di sedsala 2an de, li Londona Romayî bi qasî 60.000 jiyan dikir.[6]

    Londona Anglo-Sakson û Vikîngan

    Bi hilweşîna destpêka sedsala 5an a serweriya Romayê re, bajarê Londonê statûya xwe yê paytextiyê windakir û bajarê dîwarkirî yê Londinium hate terikandin, lê şaristaniya Romayê li dora St Martin-in-the-Fields heya sala 450an berdewam kir.[7] Li dora sala 500an de, rûniştgehek Anglo-Saxon ku wekî Lundenwic tê zanîn li rojavayê bajarê Romaya kevn e, pêşve çû.[8] Dora sala 680an de bajar dîsa bû benderek sereke, lê delîlên hindik di derbarê hilberîn ên mezin de hene. Ji sala 820an ve bi êrîşên dubare yên Vikingan re pêşveçûyina bajêr ket.[9]

    ...زیاتر بخوێنه‌وه‌
    Pêşdîrok

    Vîkîngan Danelaw li piraniya rojhilata Îngilîstanê bicih anî. Sinorê wê ji Londonê heya Chesterê wekî herêmek kontrola siyasî û erdnîgarî ya ku ji hêla êrişên Vîkîngan ve bi fermî ji hêla şerkerê Danîmarkî, Guthrum û padîşahê Saksona rojava Alfredê Mezin ve hatiye pejirandin, heta sala 886an dewam dike. Anglo-Saxon Chronicle tomar dike ku Alfred di sala 886an de Londonê "ji nû ve ava dike". Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku ev yek bi terikandina Lundenwic careke din vejandina jiyan û bazirganiyê di nav dîwarên kevnar ên Romayê de ji nûve çêdibin. Piştre London bi mezinbûyinek hêdî heta sala 950an dewam dike.

    ↑ a b "British Archaeology, no 46, July 1999: News". web.archive.org. 27 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 27 nîsan 2011. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) "London's Oldest Prehistoric Structure? | BAJR Archaeology News". web.archive.org. 7 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 7 tîrmeh 2018. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ↑ a b "Thames Discovery Programme - London's Oldest Foreshore Structure!". web.archive.org. 30 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 30 nîsan 2011. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) "Number 1 Poultry (ONE 94)". Archaeology Data Service. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022. "BBC - History : British History Timeline". web.archive.org. 30 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 15 hezîran 2022. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) Lancashire, Anne; Lancashire, Professor Anne (24 çiriya pêşîn 2002). London Civic Theatre: City Drama and Pageantry from Roman Times to 1558 (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-63278-2. "Museum of London". Wikipedia (bi îngilîzî). 7 gulan 2022. "Museum of London | Free museum in London". www.museumoflondon.org.uk. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022. "Viking Attacks". web.cn.edu. Roja wergirtinê: 28 hezîran 2022.
    Read less

Where can you sleep near London ?

Booking.com
490.939 visits in total, 9.210 Points of interest, 405 Destinations, 21 visits today.