Petra (bi yewnaniya kevn: Πέτρα "kevir"; bi erebî: ٱلْبَتْرَاء, lat. al-Batrāʾ) bajarokekî dîrokî yê dêris (xerabe) li Urdunê ye. Bajarokê antîk ji şarezayiya Nebatiyan e û beriya ku têkeve destê Romayiyan demekê dîrêj ji wê re paytextî kiriye.
Tê de gelek avahiyên wekî şikefta hatine kolan hene. Bajarok di sala 1812'î de ji aliyê gerevanê Swîsreyî Johann Ludwig Burckhardt ve hatiye vedîtin. Tê texmînkirin ku bi belavbûna ola Mesîhî li seranser herêmê, bingeha aboriya berê hate hilweşandin û Petrayê jî êdî girîngiya xwe windakir. Ji ber sedemên aborî, bajar tê terkandin û heya vedîtinê tê jibîrkirin.
Li bajarokê di dema Romayiyan de jî gelek şaheser hatine çêkirin. Şanoya wê gelek balkêş e û ji seranser cîhanê tûrîstan dikişîne. Sala 1985'î de ketiye bin parastina UNESCO û di sala 2007'î de jî ketiye lîsetya heft bêhe...زیاتر بخوێنهوه
Petra (bi yewnaniya kevn: Πέτρα "kevir"; bi erebî: ٱلْبَتْرَاء, lat. al-Batrāʾ) bajarokekî dîrokî yê dêris (xerabe) li Urdunê ye. Bajarokê antîk ji şarezayiya Nebatiyan e û beriya ku têkeve destê Romayiyan demekê dîrêj ji wê re paytextî kiriye.
Tê de gelek avahiyên wekî şikefta hatine kolan hene. Bajarok di sala 1812'î de ji aliyê gerevanê Swîsreyî Johann Ludwig Burckhardt ve hatiye vedîtin. Tê texmînkirin ku bi belavbûna ola Mesîhî li seranser herêmê, bingeha aboriya berê hate hilweşandin û Petrayê jî êdî girîngiya xwe windakir. Ji ber sedemên aborî, bajar tê terkandin û heya vedîtinê tê jibîrkirin.
Li bajarokê di dema Romayiyan de jî gelek şaheser hatine çêkirin. Şanoya wê gelek balkêş e û ji seranser cîhanê tûrîstan dikişîne. Sala 1985'î de ketiye bin parastina UNESCO û di sala 2007'î de jî ketiye lîsetya heft bêhempayên nû yên cîhanê.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه