Zeugma, (bi yewnaniya kevn: Ζεύγμα, lat. Zeugma "Pir") an Seleukia epî tû Zeugmatos (bi yewnaniya kevn: Σελεύκεια ἐπὶ τοῦ Ζεύγματος, lat. Seleukia epî tû Zeugmatos) bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku piştre ketiye destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê kevnar Apamea derketiye holê. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a Parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di cotmehê sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bê...زیاتر بخوێنهوه
Zeugma, (bi yewnaniya kevn: Ζεύγμα, lat. Zeugma "Pir") an Seleukia epî tû Zeugmatos (bi yewnaniya kevn: Σελεύκεια ἐπὶ τοῦ Ζεύγματος, lat. Seleukia epî tû Zeugmatos) bajarekî kevnar ê helenîstîk e ku piştre ketiye destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber Çemê Firatê bajarê din ê kevnar Apamea derketiye holê. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a Parêzgeha Dîlokê. Ji ber ku Zeugma û Seleukia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. Zeugma di cotmehê sala 2000an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kisfkirin lê pirraniya bajarê antîk ket bin avê.
Zeugma di 3mîn sedsala berî zayînê ji aliyê Seleukos I Nikator (Seleukos yekê serfiraz) li ew dera ku yekemîn pira Ferêt avakiribû hate damezirandin. Bi derbasbûyîna demê ev bajar her ku çû pêşket û wergeriya yek ji navendên herî girîng ên aborî û rêvebiriyê. Di bajarê ku ji aliyê lejyona romayî dihate parastin de nêzî 70.000 rûniştvan dijiyan. Bajar di sala 252 piştî zayînê ji aliyê sasaniyan ve hatibe saetandin jî, ji nu ve hate avakirin. Piştre bajar ji aliyê erdhejekê ve saetiya: beseke qota Belqîsê ket û navenda bajêr di bin xwe de hîst. Lewra pirraniya malên ku bin herriya erdhejê man zelalbûna xwe heya lêkolînên arkeolojîk ên sala 1999-2000'an parastin. Bajar ewqas pêşketî û rêxistî bû ku sîstema kanalîzasyonê avên qîrêj û yên baranê bi awayeke balkêş tala çemê dikir. Ev sîstem li gorî dema xwe xwediyê teknolojiyeke bi aqil bû. Di çarçoveya lêkolînên arkeolojîk ev sîstema kanalîzasyonê bi tevahî hate kisfkirin.[1]
↑ Xeletiya çavkanî: Invalid <ref> tag; no text was provided for refs named arte
بۆچوونێکی نوێ بنووسه