Girê Mirazan an Xirabreşk / Xerabreşkê (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê / Girê navokê"), cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be.

Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye, û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.

Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyay...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Girê Mirazan an Xirabreşk / Xerabreşkê (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê / Girê navokê"), cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê Xirabreşkê yê Rihayê ye û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be.

Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye, û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.

Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin — ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne. Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in. Di qonaxa duyem de, ya ku di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye, stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiweste.

Ji 200î zêdetir stûn nêzîkî di 20 çemberan de bi rêya lêkolînên jeofîzîkî ve hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.

Piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê, Girê Mirazan hatiye terikandin. Hûrguliyên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Înstîtûta Arkeolojiyê ya Almanî ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin.

Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin.

Photographies by:
Teomancimit - CC BY-SA 3.0
Dosseman - CC BY-SA 4.0
Beytullah eles - CC BY-SA 4.0
Beytullah eles - CC BY-SA 4.0
Cobija - CC BY-SA 4.0
Statistics: Position
251
Statistics: Rank
274246

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
713984256Click/tap this sequence: 5816

Google street view

Videos

Where can you sleep near Girê Mirazan ?

Booking.com
490.804 visits in total, 9.208 Points of interest, 405 Destinations, 91 visits today.