Rumkale

( Hromkla )

Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ, lat. Hromkla; bi aramî: Kala-Rhomata‎; bi kurdî: Kela Zêrrîn; bi yewnanî: Ρωμαιων Κουλα; bi tirkî: Rumkale; bi erebî: قلعة الروم‎‎), bi navên xwe yên din Qal'at ar-Rum yanjî Ranculat) îro kelheyeka xirbe ku nêzika çemê Ferêt radiweste, ye. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtîyê (Rihayê) ye.

Navê "Rumkale" ji navê Rûmiyan tê.

 Hromkla û Ferat

Piştî raxistina Xrîstîyantiyê li herêmê, Hromkla girêdayê hikumiyeta Edessa bû. Di sala 1151an de Gregor III. Pahlawuni, serokê katolîk a Dêra Apostolîk a Ermeniyan, navenda xwe ji Tzvok'ê bara vir kiribû. Ji sala 1150an heta 1292an Hromkla navenda patrîyarka Ermenî ya hikûmiyeta Kîlîkyayê, û piştrev jî ya hikûmiyeta Sîsê bû. Wekî din serokê katolîkan a bi navê Nerses IV. Schnorhali li wir jîyana xwe derbas dikir.

Serokê olî ya Sîro-Ortodoksan ku ji dêra xwe ya Barsawmayê dihat, car caran mêvanê Hromkla dibû. Pirtûkxaneya wî dêrî lewma li Hromklayê dihat bicihkirin. Gelek nivîsên olî yên Mîkael ê Mezin (m. 1199, serokê olî yê Asûrîyan) li wir peyda dibûn. Herwiha, Ignatius David di sala 1252an de li Hromklayê hate temartin.

Di sedsala 13yan Illûminatorê herî mezin a vê demê li Hroklayê dixebitî.[1], Toros Roslin.

Di roja 28ê hezîrana sala 1292an de ev kel ji aliyê Memlûkên misilman hate zevtkirin û wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn. Di dema Emparatoriya Osmanî jî Hromkla zindanek bû. Di sala 1832an de ji aliyê Ibrahim Paşa kel hinek hat şikandin.

Claude Mutafian: Le royaume arménien de Cilicie. XIIe - XIVe siècle., CNRS éditions, Paris, 1993, ISBN 2-271-05105-3, Seite 127
Photographies by:
Beytullah eles - CC BY-SA 4.0
Statistics: Position
2754
Statistics: Rank
43903

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

CAPTCHA
Security
751268943Click/tap this sequence: 2715
Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Google street view

Where can you sleep near Hromkla ?

Booking.com
491.327 visits in total, 9.211 Points of interest, 405 Destinations, 14 visits today.