Nemrut Dağı

( Çiyayê Bêllî )

Çiyayê Bêlî yan jî navê ku îro pê tê zanîn Çiyayê Nemrûdê yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ye çiyayekî sîstema Rêzeçiyayên Torosan e. Çiyayê Bêlî, dikeve nava sînorê parêzgeha Adiyeman îro û çiya di sala 1987an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye diyarkirin. Bilindahiya çiyê 2150 mêtre ye rûerda wî 11 hektar erd e.

Di nîvî lûtkeya çiyayê de parêzgeh û gora keyên Komagênêyê hêne. Ev karpêk ji aliyê keyê Komagênêyê Antîoxos I Theos (69–36 b.z.) û bavê wî Mîtradates I Kallinikos ve (109–69 b.z.) hatine çêkirin. Tê diyarkirin ev peykerên li vir ji bo wek nîşana aşitiya xwedawend ên yewnan û persan hatine avakirin. Antîoxos ji pê li textê rûnişt re navlêka "Theos" (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Di sala 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hate lêkolîn kirin û kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kir. Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Bêllî sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene. Li rojava peyk...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Çiyayê Bêlî yan jî navê ku îro pê tê zanîn Çiyayê Nemrûdê yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ye çiyayekî sîstema Rêzeçiyayên Torosan e. Çiyayê Bêlî, dikeve nava sînorê parêzgeha Adiyeman îro û çiya di sala 1987an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye diyarkirin. Bilindahiya çiyê 2150 mêtre ye rûerda wî 11 hektar erd e.

Di nîvî lûtkeya çiyayê de parêzgeh û gora keyên Komagênêyê hêne. Ev karpêk ji aliyê keyê Komagênêyê Antîoxos I Theos (69–36 b.z.) û bavê wî Mîtradates I Kallinikos ve (109–69 b.z.) hatine çêkirin. Tê diyarkirin ev peykerên li vir ji bo wek nîşana aşitiya xwedawend ên yewnan û persan hatine avakirin. Antîoxos ji pê li textê rûnişt re navlêka "Theos" (yewnanî: xwedê) li xwe kir. Di sala 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hate lêkolîn kirin û kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kir. Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Bêllî sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.

Photographies by:
Statistics: Position
17
Statistics: Rank
3284463

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
264857913Click/tap this sequence: 6679

Google street view

Videos

Where can you sleep near Çiyayê Bêllî ?

Booking.com
490.285 visits in total, 9.200 Points of interest, 404 Destinations, 53 visits today.