ქართული ენა ( Zimanê gurcî )
Gurcî ji gelê Gurcistanê û ji zimanê wan re tê gotin. Zimanê gurcî ji malbata zimanên qefqazî şaxa başûrê qefqazî ye. Nêzîkî svanî, lazî, megrelî ye. Gurcî li Gurcistan, Tirkiye, Îran, Azerbaycan, başûrê Osetya û li hin welatên Ewropayê dijîn. Li Kurdistana Bakur jî gurcî hene û osmanî û dûgela tirk ew anîne bicihkirine.
Zimanê gurcî yek ji kevntirîn, dewlemendtirîn zimanê Qefqazê ye. Di sedsala 3. de bi zimanê gurcî pirtûk hatine nivîsîn.