Context of Împeratoriya Hexamenişî

Împeratoriya Hexamenişî (bi farisî: شاهنشاهی هخامنشی‎, lat. šâhanšâhi Haxâmaneši; bi latînî: Imperium Achaemenidarum) împeratorî ya mezina neteweyên îranî bûye (559 b.z.–330 b.z.) ko piştî herifyana desthilata pêştir ya neteweyên îranî, Med anko Mîdiyan, desthlata banî ya Îranê girt destê xwe. Di dîroka kevin da ew împeratorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Demezrênerê Hexamenişiyan Kûrûş bû. Navê împeratorî û Xanedana Hexamenişî anko Exmînî (bi farsiya kevn: 𐏃𐎧𐎠𐎶𐎴𐎡𐏁𐎡𐎹, Haxāmanišyaʰ; bi yewnaniya kevn: Ἀχαιμενίδαι, lat. Axaimenídai "kurên Hexameniş"; bi latînî: Achaemenidae) ji damezrênerê xanedaniyê, ...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Împeratoriya Hexamenişî (bi farisî: شاهنشاهی هخامنشی‎, lat. šâhanšâhi Haxâmaneši; bi latînî: Imperium Achaemenidarum) împeratorî ya mezina neteweyên îranî bûye (559 b.z.–330 b.z.) ko piştî herifyana desthilata pêştir ya neteweyên îranî, Med anko Mîdiyan, desthlata banî ya Îranê girt destê xwe. Di dîroka kevin da ew împeratorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Demezrênerê Hexamenişiyan Kûrûş bû. Navê împeratorî û Xanedana Hexamenişî anko Exmînî (bi farsiya kevn: 𐏃𐎧𐎠𐎶𐎴𐎡𐏁𐎡𐎹, Haxāmanišyaʰ; bi yewnaniya kevn: Ἀχαιμενίδαι, lat. Axaimenídai "kurên Hexameniş"; bi latînî: Achaemenidae) ji damezrênerê xanedaniyê, Hexameniş (bi farsiya kevn: 𐏃𐎧𐎠𐎶𐎴𐎡𐏁, Haxāmaniš; bi yewnaniya kevn: Ἀχαιμένης, lat. Axaiménēs, bi latînî: Achaemenes) e.

Li deman demekê, desthilata wê li aliyê rojhilatê digehişt Efxanistan û Pakistana niha, li aliyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li aliyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên Deryaya Reş, li rojava digehişt tevaya Anatolî û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, Sûrî, Ordin, Libnan, Felestîn, Israîl, nîvgizirta Erebî, Misir û parek ji welatê Lîbyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişiyan nêzî 7.5 milyon kîlometirên çargoşe bû.

Ev împeratorî wekî serhildanekê dijberî împeratorî ya Mîdiyan hat avakirin û bi qasekî xurt û bihêz bû ko du caran nêzîk bû tevaya Yewnanistana kevnare bigirt. Li dawiyê jî liser destê Eskenderê Mekedonî herifya. Leşkirê Îskender paytextê Hexamenişiyan, Parsa anko Persepolîs (iroj Textê Cemşîd) şewitand.

Where can you sleep near Împeratoriya Hexamenişî ?

Booking.com
490.713 visits in total, 9.208 Points of interest, 405 Destinations, 7 visits today.