Context of Orşelîm

Orşelîm yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם‎, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس‎, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xirîstiyantî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraîl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraîl û hem jî Fil...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Orşelîm yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם‎, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس‎, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xirîstiyantî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Ji ber ku Îsraîl saziyên xwe yên sereke yên hikûmetê li wir diparêze û Dewleta Filistînê di dawiyê de wê wekî kursiya desthilatdariya xwe pêşbîn dike, hem Îsraîl û hem jî Filistîn bajarê Qudsê wekî paytexta xwe îdîa dikin.

Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).

Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe [çavkanî hewce ye], Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.

Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma[çavkanî hewce ye]. Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.

537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.

Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.

Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna[çavkanî hewce ye]. Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.

638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz"[çavkanî hewce ye].

Where can you sleep near Orşelîm ?

Booking.com
490.865 visits in total, 9.208 Points of interest, 405 Destinations, 50 visits today.