Context of Îsraêl

Îsraêl (Îsraîl, Îsrayîl, Îzraîl) (bi îbranî:  מדינת ישראל ‎, lat. Medinat Jisra'el; bi erebî: دولة إسرائيل‎, lat. Daulat Isrā īl) dewleteke rojhilata navîn a ber sînorên Libnan, Sûriye, Urdun, Urduna Rojava, Misir û Xeze ye.

Rojavayê xwe digihêje deryaya navîn. Ji hemû dewletên cîhanê de tenê li wir pirraniya gel ji gelê cihû pêk tê.

Bi saya plana UNO ya 1947an ji bo parkirina Fîlîstînê Îsraêl piştî dawiya bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê di roja 14ê gulanê 1948an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraêlî û erebî bûyereke sereke bû ji bo qewimandin û pêkhatina pirsgirêka rojhilata navîn, y...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Îsraêl (Îsraîl, Îsrayîl, Îzraîl) (bi îbranî:  מדינת ישראל ‎, lat. Medinat Jisra'el; bi erebî: دولة إسرائيل‎, lat. Daulat Isrā īl) dewleteke rojhilata navîn a ber sînorên Libnan, Sûriye, Urdun, Urduna Rojava, Misir û Xeze ye.

Rojavayê xwe digihêje deryaya navîn. Ji hemû dewletên cîhanê de tenê li wir pirraniya gel ji gelê cihû pêk tê.

Bi saya plana UNO ya 1947an ji bo parkirina Fîlîstînê Îsraêl piştî dawiya bervedariya neteweyên yekbûyî ya ji bo Fîlîstînê di roja 14ê gulanê 1948an de weke komara parlamenter hate avakirin. Ev plana dewletên yekbûyî ya parkirina Fîlîstînê ji bo avakirina dewleteke îsraêlî û erebî bûyereke sereke bû ji bo qewimandin û pêkhatina pirsgirêka rojhilata navîn, ya ku hê jî berdewam e.

Hejmara şêniyên wê 7 milyon e. Welatê Îsraêlê piştî Şerê Duyem ê Cihanî ku bû sedema kuştina 6 milyon cihûyan li Ewrûpayê hat damezrandin.

Zimanên fermî yên Îsraêlê hebrayî-cîhûkî (îvrît) û erebî ne.

Li gorî rêxistina NGO ya bi navê Freedom House ew tek dewleta demokrasiyê ye li rojhilata navîn (li gorî rewşa sala 2009an).

Herwiha, li Îsraêlê hejmareke mezin kurd jî dijîn, ku ji wan re kurdên cihû tê gotin.

More about Îsraêl

Basic information
  • Native name ישראל
  • Calling code +972
  • Internet domain .il
  • Mains voltage 230V/50Hz
  • Democracy index 7.84
Population, Area & Driving side
  • Population 9840000
  • Area 20770
  • Driving side right
مێژوو
  •  
    Masada (en; he)

    Piştî salên 1880an de ji welatên Ewropaya Rojhilat ve bo herêma Filîstinê koça hindek cihûyan çêbû.[1] Jixwe herêma Filîstîn ji berê were ji cihûyan herêmeke pîroz bû. Li sala 1897ê de yekemîn Kongreya Siyonîst li vê derê hate lidarxistin û di vê kongreyê de banga avakirina welatekî cihû hate kirin. Ev herêm di wî wextî de di bin kontrola osmaniyan de bû û koça cihûyan her berdewam dikir. Heta 1914ê hejmara cihûyan gehişte 85 hezar kesan, yanî 12% nifûsa herêmê cihû bûn[2]

    Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û ji nav çûna Împeratoriya Osmanî û Peymana Sykes–Picot, axa osmanî hate dabeşkirin di navbeyna Fransa û Brîtanya da. Filistîn bo Împeratoriya Brîtanyayê Brçû.[3] Hîngê Brîtanî gelek harî siyonîsta kirin ji bo damezrandina welatê cihûyan bi rêka Deklarasiyona Balfour (1917) û koçberiya cihuyan ji dewletên Polonya, Romanya, Rusya hwd û dewletên Ewropî yên dî bo Filistînê berdewam kir. Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê (1919) hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanyayê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe Îsraêl jî di nav herêma Filistînê de bû.[4]

    ...زیاتر بخوێنه‌وه‌
     
    Masada (en; he)

    Piştî salên 1880an de ji welatên Ewropaya Rojhilat ve bo herêma Filîstinê koça hindek cihûyan çêbû.[1] Jixwe herêma Filîstîn ji berê were ji cihûyan herêmeke pîroz bû. Li sala 1897ê de yekemîn Kongreya Siyonîst li vê derê hate lidarxistin û di vê kongreyê de banga avakirina welatekî cihû hate kirin. Ev herêm di wî wextî de di bin kontrola osmaniyan de bû û koça cihûyan her berdewam dikir. Heta 1914ê hejmara cihûyan gehişte 85 hezar kesan, yanî 12% nifûsa herêmê cihû bûn[2]

    Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û ji nav çûna Împeratoriya Osmanî û Peymana Sykes–Picot, axa osmanî hate dabeşkirin di navbeyna Fransa û Brîtanya da. Filistîn bo Împeratoriya Brîtanyayê Brçû.[3] Hîngê Brîtanî gelek harî siyonîsta kirin ji bo damezrandina welatê cihûyan bi rêka Deklarasiyona Balfour (1917) û koçberiya cihuyan ji dewletên Polonya, Romanya, Rusya hwd û dewletên Ewropî yên dî bo Filistînê berdewam kir. Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê (1919) hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanyayê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe Îsraêl jî di nav herêma Filistînê de bû.[4]

    Li Filistînê hindî ku hatina cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937ê de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên avakirin yek ya ereban yek jî ya cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê ereban ev yek qebûl nedikir. Li sala 1939ê de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke ereb dê were avakirin û hatina cihûyan bo Filistînê dê were kêm kirin û kontrol kirin. Lê ev biryar jî ji layê cihûyan nehate pejirandin û cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir[5][6].

    Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê bir hizûra Neteweyên Yekgirtî. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe.[7][8] Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên ereb stand.[9] Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraîl û dewletên ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî 75% axa Filistînê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji Xeze bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî Urduna rojava jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hate parvekirin[10]. Bi vî şerî axa dîrokî ya Filistînê bû sê parçe: Îsraêl, Urduna rojava, û Şirîta Xezeyê.[11]

    Krîza di navbera Misir û Îsraîlê de her roja diçû zêdetir dibû. Binketina şerê 1948ê û krîza Sûveyşê hêj di dilê Cemal Ebdulnasir de mabû. Dixwast tola van şeran bistîne û axa Ereban ji Îsraîlê bistîne. Her wisa Îsraîlê jî dixwast hemû Filistînê bixe nav dewleta xwe. Li sala 1967ê de Misirê astenga Akabeyê ji bo rêgirtina sefîneyên Îsraîlî girt.[12] Di vî wextî de Urdun û Suriyeyê bi Misirê hevpeymanên şerî kirin. Di 5 xizîrana 1967ê de hêzên hewayî yên Îsraêlê di çarçoveya Şerê Şeş Rojan de hemû hêzên hewayî yên Misirê îmha kirin. Îsraêlê nîvgirava Sînayê, Kanala Sûveyşê, Orşelîm, Xeze, Urduna Rojava û Girên Golanê dagir kirin. Lê bi dûçûna peymana Neteweyên Yekgirtî dê Îsraîl ji axên dagir kirî derkeve. Lê dê bi temamî derkeve an ji hindek cihan derkeve zêde aşkera nekiribûn.[13]

    Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên Îsraîlî yên li derdora Kanala Sûveyşê. Di vî wextî de jî leşkerên Suriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya DYAyê ev rewş guherî û bi serketina Îsraîlê bidawî bû.[14]

    Şerê Şeş Rojan
    Searchtool.svg  Gotara bingehîn: Şerê Şeş Rojan

    Piştî Peymanên Agirbestê yên 1949, ku di dawiya Şerê Yekem Ereb-Îsraêlî de hatibûn îmzekirin, dijminatiyên di navbera têkiliyên xirab ên Îsraêl û cîranên wê yên ereb de zêde bûbûn. Di sala 1956an de, aloziyên herêmî yên li ser tengava Tîranê ku bi navê Krîza Sûweyşê tê zanîn, zêde bûn.[15] Îsraêl ji ber girtina rêyên deryayî yên Misirê ji keştiyên Îsraêlê re bi awayê êrîsî Misirê kir, di encamê de Tengava Tîranê ji nû ve ji Îsraêlê re hat vekirin û her wiha Hêzên Lezgîn ên Neteweyên Yekbûyî (UNEF) li ser sînorê Misir-Îsraêlê hatin bicihkirin. Di mehên beriya destpêkirina Şerê Şeş Rojan a hezîrana 1967an de, alozî dîsa bi awayekî xeternak zêde bûn: Îsraêl helwesta xwe ya piştî 1956an dubare kir ku girtina din a Misirê ya Tengava Tîranê ji keştiyên îsraêlî re dê bibe sedemek casus belli.[16] Di gulana 1967an de serokê Misirê Cemal Ebdul Nasir ragihand ku tengava Tîranê dê dîsa ji keştiyên Îsraêlê re were girtin.  Dûv re wî leşkerê Misirê li ser sînorê bi Îsraêlê re seferber kir û her weha ferman da ku tavilê hemî personelên UNEF vekişin.[17]

    Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên Ereb û OPECê ambargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. 2 sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraîl pêkahtin û Îsraîl ji axên dagirkirî derket. Li sala 1978ê de di navbera Misir û Îsraîlê de hevdîtin hatin kirin û hevpeymana Camp David hate kirin, Bi dûçûna vê hevpeymanê Îsraîl ji nîvgirava Sînayê hêzên xwe vekişand û Misirê jî Îsraîl nasî.[18]

    http://www.columbia.edu/itc/anthropology/v1007/baryo.pdf Albert Hourani, Arap Halkları Tarihi,r:341 "Fossil teeth place humans in Asia '20,000 years early'". BBC News (bi British English). 14 çiriya pêşîn 2015. Roja wergirtinê: 31 kanûna paşîn 2023. Finkelstein, Israel (1 kanûna paşîn 1992). "M. Broshi and I. Finkelstein, The Population of Palestine in Iron Age II, BASOR 287 (1992), pp. 47-60". BASOR. Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388 Bloch, Abraham P. (1987). One a Day: An Anthology of Jewish Historical Anniversaries for Every Day of the Year (bi îngilîzî). KTAV Publishing House, Inc. ISBN 978-0-88125-108-1. International Dictionary of Historic Places: Middle East and Africa by Trudy Ring, Robert M. Salkin, Sharon La Boda, pp. 336–339 Carmel, Alex; Schäfer, Peter; Ben-Artzi, Yossi (1990). The Jewish Settlement in Palestine, 634-1881 (bi îngilîzî). L. Reichert. ISBN 978-3-88226-479-1. Andrews, Fannie Fern (1976). The Holy Land Under Mandate (bi îngilîzî). Hyperion Press. ISBN 978-0-88355-304-6. Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419 Joel Rappel, History of Eretz Israel from Prehistory up to 1882 (1980), vol. 2, p. 531. "In 1662 Sabbathai Sevi arrived to Jerusalem. It was the time when the Jewish settlements of Galilee were destroyed by the Druze: Tiberias was completely desolate and only a few of former Safed residents had returned...." Macalister and Masterman, 1906, p. 40 "Avalon Project - The Covenant of the League of Nations". avalon.law.yale.edu. Roja wergirtinê: 31 kanûna paşîn 2023. Cohen, Michael J. (24 sibat 2014). Britain's Moment in Palestine: Retrospect and Perspectives, 1917-1948 (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-91364-1. "About this Collection | Country Studies | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja wergirtinê: 31 kanûna paşîn 2023. Louis, William Roger (1984). The British Empire in the Middle East, 1945-1951: Arab Nationalism, the United States, and Postwar Imperialism (bi îngilîzî). Clarendon Press. ISBN 978-0-19-822960-5. "A/PV.207 of 11 May 1949". web.archive.org. 12 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 12 îlon 2007. Roja wergirtinê: 31 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Roja wergirtinê: 31 kanûna paşîn 2023.
    Read less

Phrasebook

Slav
שלום
Dinya
עוֹלָם
Silav dinya
שלום עולם
Spas dikim
תודה
bi xatirê te
הֱיה שלום
Erê
כן
Na
לא
Tu çawa yî?
מה שלומך?
Baş spas
טוב תודה
Çiqas e?
כמה זה?
Sifir
אֶפֶס
Yek
אחד

Where can you sleep near Îsraêl ?

Booking.com
490.868 visits in total, 9.209 Points of interest, 405 Destinations, 53 visits today.